• Monday, 09 February 2026
logo

Jiyana Leyla Qasim dibe fîlm

Gulan Media December 8, 2012 Nûçe
Jiyana Leyla Qasim dibe fîlm
Jiyana jina navdar a kurd Leyla Qasim dibe fîlmê sînemayê. Ji bo çêkirina fîlm amadekariyan dest pê kir.

Jiyana Leyla Qasim ji bo fîlmê sînemayê niha tê lêkolînkirin û derbarê jiyana Qasim de zanyarî, arşîv û dokuman tên berhevkirin.Leyla Qasim li dijî rejîma Beas a Sedam Huseyîn hewl dabû çalakiya revandina balafirê li dar bixe û ji ber vê yekê hatibû darvekirin. Di dema darvekirinê de, li ber sêdarê Ey Reqîb xwendibû û wiha gotibû: “Bi kuştina min dê bi hezaran kurd şiyar bibin. Ji ber ku di oxira azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim, pir serbilind im.”

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Firatê Derhêner Nasir Hesen dê ev fîlm li çend herêmên Kurdistanê bikişîne û niha hemû amadekarî bi lezgînî didomin.

Leyla Qasim kê ye?

Di sala 1952’an de li Kerkûkê ji dayik bû. Dibistana seretayî, amadeyî li vir xwend. Ji ber polîtîkaya erebkirina rejîma Sedam a Xaneqînê, neçar man mala xwe bar bikin Bexdayê. Qasim li vê derê beşa civaknasiyê xwend. Li zanîngehê di Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê de bi awayeke çalak xebitî. Di van salan de rejîma Iraqê li hemberî kurdan dest bi zilm û zordariyeke mezin kiribû. Her roj bi dehan ciwanên kurd dihatin qetilkirin û bi hezaran kurd ji gundên xwe dihatin kirin.

Leyla Qasim û hevalên wê ji bo ku vê zilm û zordariya li ser kurdan bişkênin û hawara kurdan bigihînin cîhanê, xwe ji bo çalakiyek amade dikirin. Weke Leyla Xalid wan jî biryar dabû balafirek birevînin. Lê hêj di destpêka vê çalakiyê de bi hevalên xwe re hate girtin. Di sala 1974’an de îşkenceyeke mezin dît. Di encama dadgehkirineke sembolîk de di 13’ê gulana 1974’an de hate darvekirin.

Rudaw
Top