Parlemena Spanyayê piştgiriya mafên Kurdan nekir
Di gotara heşt xulekî de parlementer Jon Iñarritu bala parlementeran kişand ser rewşa gelê kurd li Tirkiyeyê û binpêkirina mafên Kurdan li wî welatî, wî bi taybetî jî bal kişand ser girtina rojnamevan û nivîskaran, komkujiya Roboskê, greva birçîbûnê ya girtiyên kurd, doza girtiyên KCKê û parlementerên BDPê.
Jon Iñarritu behsa serdana dawî ya serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bo Madrîdê kir û ecêbmayîna xwe ji axaftina Erdogan anî zimên ku rexne li Yekîtiya Ewropayê kiribû ji ber tekezbûna wê li ser bicihkirina pîvanên Kopenhagê. Parlementer Jon Iñarritu rexne li dirûtiya hikûmeta Tirkiyeyê ya derbarê "Hevgirtina Şaristaniyan" û helwestên wê li hemberî Kurdan kir û got: "Tirkiye hevkariya di navbera şaristaniyan de destek dike, lê ligel Kurdan bi awayekî neşareze danûstandinê dike".
Di dengdanê de tenê Partiya Çep ya Yekirtî piştgirî da pêşniyara Amaiurê, partiyên dijber yên sereke wek Partiya Karkeran ya Sosyalîst û partiya deshilatdar li Katalonyayê “CIU“ deng neda. Partiya desthilatdar li Spanyayê “PP“ jî li dijî pêşniyarê derket.
Hêjayî gotinê ye ev cara yekem e di dîroka Parlemena Spanyayê de ku dengdanek derbarê mafên netewa kurd de çêdibe.
Rudaw
