• Monday, 09 February 2026
logo

Kurdên Rojawayê Li Hewlêrê Xwepîşandanek Saz Kirin

Gulan Media December 8, 2012 Nûçe
Kurdên Rojawayê Li Hewlêrê Xwepîşandanek Saz Kirin
Duh li Hewlêrê hijmareke zêde ji Kurdên Rojawayê Kurdistanê bi piştgîriya hijmareke zêde xelkê Hewlêr û derdorê xwepîşandaneke girseyî saz kirin.

Di xwepîşandana evroyê de Kurdên Rojawayê Kurdistanê daxwaz ji part û aliyên siyasî yên kurdî ên li Rojawayê Kurdistan û Sûriyayê de kirin daku, hewl bo yekxistina helwestên xwe û bihêztir kirina navmala Kurd kirin.

Xwepîşander herwiha daxwaz ji part û aliyên siyasî jî kirin daku, girêdayî bi peymana Hewlêrê bin û ev peymana han cîhbicîh bikin û bibin çeperek bo parastina ax û xelkê Rojawayê Kurdistanê.
Top