2 Hezar Endamên Baesê Di Wezareta Navxwe Ya Îraqê De Kar Dikin
Endamê lîsteya Ehrar Husên Elwanî ragihand ku, Wezareta navxwe ya Îraqê tekez li ser vê yekê kiriye ku, 1913 endamên Baesê bi pileya Emîd di nava Wezareta han de kar dikin û tevahiya wan kesên han di Rejîma Baesê de jî di bi çavdêriya Birêveberiya giştî ya hewalgîrî ( îstîxbarat) de kar kirine.
