• Monday, 09 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê di civîna xwe de daxwaza aramkirina rewşê kir

Gulan Media December 7, 2012 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê di civîna xwe de daxwaza aramkirina rewşê kir
Duhî roja pêncşemiyê 06.12.2012ê li bjarê Hewlêrê, civata wezîrên hikûmeta Kursistanê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirî serokweîr, civiya.

Di destpêka civînê de, civata wezîran kêfxweşiya xwe li hember qebûlkirina Silêmaniyê weke paytexta rewşenbîrî a herêma Kurdistanê ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve diyar kir û pîrozbahî li xelkê Silêmaniyê kir. Di vê çarçoveyê de serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku ew amadeye bi rewşenbîrên wîlayeta Silêmaniyê re bicive û hemû pêdawîstiyên cibicîkirina biryarê dabîn bike.

Budceya herêma Kurdistanê a sala 2013ê di civîna civata wezîrên Kurdistanê de hat minaqeşe kirin û ew kêmasî û têbîniyên li ser hebeûn dest nîşan kirin.

Sistî û xerabbirêveçûna karûbarên hevwelatiyan li îdareyên hikûmeta Kurdistanê mijareke din a civînê bû û daxwaz hat kirin ku, hemû sazî û aliyên peywenîdar yên serokatiya civata wezîran û hemû wezaret awa û mekanîzma karkirna xwe di ber çavan re derbas bikin, kêmasiyan destnîşan bikin û çareseriyên minasib jê re bibînin û serokêwezîrê Kurdistanê de di vî warî de got:
- Armanca me eve ku, em ji bona baştirbirêvebrina karûbarên hevwelatiyan mekanîzmekê bibînin û hemû kar dûr ji rûtîn û gîrobûnê birêve biçin.

Civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê rewş û pêşhatên deverên veqetandî û hatina leşkerê Îraqê bo wan deveran minaqeşe kir. Di vî warîde Necmedî Kerîm waliyê Kerkûkê ku, mêvanê civîna civata wezîrên Kurdistanê bû, bi dûr û dirîjî behsa rewşa deverên vewetandî û pêkanîna operasyonên Dicle ji aliyê Malkî ve kir û got ku, wan weke berpirsên îdareya Kerkûkê her ji destpêkê serokwezîrê Îraqê ji metrisya hatina leşkerê Îraqê bo deverên veqetandî agadar kiriye.

Ji aliyê xwe ve wezîrê pêşmerge yê hikûmeta Kurdistanê behsa liv û bizavên leşkerê Îraqê kir û got ku, laşkerê Îraqê li hideke deveran ber bi bajarê Kerkûkê hereket kiriye û pêşmerge jî di rewşkeke amadebaşiyê de ye. Wezîrê pêşmerge got jî ku, pêşmerge amadeye bo bergirîkirin û xweparastinê, lê li ser fermana serokê Kurdistanê bi tu awayî pêşmerge destpêşxeriyê di alozkirina rewşê de nake.

Nêlçîrvan Barzanî serokwezîrê kurdistanê behsa helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê kir û tekîd kir ku, hikûmeta Kurdistanê dixwaze rewşa deverên veqetandî û rewşa hemû deverên din aram be û hemû pirsgirêk bi rêya aşitî û diyalogê, di çarçoveya destûra Îraqê de bên çareser kirin.

Barzanî sipasiya waliyê Kerkûkê kir ku, karên wî hemû di xizmeta avadankirin û geşkirina Kerkûkê de ne û amadeyîya hikûmeta bi pitgitîkirina karên wî nîşan da.
Top