Ban Ki MoonTelefûna Serok Barzanî Kir
Di destpêka vê peyvendiya han de Ban Ki Moon jiber rola hekîmane ya Serok Barzanî a ji bo sepandina aştî û aramî li Kurdistan û Îraqê de spasiya Serok Barzanî kir.
Nav hatî di derbarê rewşa Îraqê de jî diyar kir ku, têkeliyên me yên bi Rayedarên Îraqê re hene û me ji wan re gotiye ku, ti alternatîfeke çareser kirina aştiyane ya kêşeyên heyî tuneye û em hana tevahiya aliyan didin daku, kêşeyên heyî bi rêya diyalog û danûstandinê çareser bikin.
Li hember de jî Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji Ban Ki Moon re xwest û ragihand ku, em weke Kurd piştgîriya çareser kirina aştiyane ya kêşeyên heyî dikin û ev têştinê ku, niha diqewmin tenê nekêşeya Kurdistanê ye belkû kêşeya desthilatdarî a li Îraqê ye û sedema vê jî cîhbicîh nekirina destûra bingehîn ya Îraqê ye.
Me destpêşxerî bo wan aloziyan nekiriye belkû di çarçoweya destûrê de tenê amadekarî bo xwe parastinê kiriye.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra bingehîn a Îraqê vê kêşeyên heyî yên li Deverên weqetandî de çareser bike.
Di berdewamiya vê peyvendiya han de rewşa Sûriyayê jî hate nirxandin û Sekreterê NY jî jiber helwesta Kurdistanê a bo piştgîrî kirina Gelê Sûriyayê û hevkarî kirina Penaberên Sûriyayê spasiya Serok Barzanî û Gelê Kurd kir.
