• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî Peyamek Pêşkêşî Xelkê Silimaniyeyê Kir

Gulan Media December 6, 2012 Nûçe
Serok Barzanî Peyamek Pêşkêşî Xelkê Silimaniyeyê Kir
Bi minasebeta pejrandina proje biryara civata Wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê a di derbarê bi fermî nasîna Silimaniyayê weke Paytexta Rewşenbîriya Kurdistanê ji aliyê Parlementoya Kurdistanê ve, Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyamek pêşkkêşî Şîniyên Silimaniyeyê kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Bi minasebeta bi fermî nasandina Bajarê Silimaniyeyê weke Paytexta Rewşenbîriya Kurdistanê pîrozbayiyekî gerim pêşkêşî tevahiya xelkê vê Bajarê dikim û hêviya pêşkeftin û geşekirinê jê re dixwazim.

Bêgoman rola Bajarê Silimaniyeyê di nava bizava Kurdatî, wêje, Rewşenbîrî û çanda Kurdî de roleke gelek mezin û serekeye û hêvî dikim hertim wisa di nava şikûmendî de bimîne xelkê Qehreman yên vê Bajarê jî tevî tevahiya Gelê me di nava aramî, xweşî û pêşkeftinan de bin û berdewam di nava xweşî de bin.
Top