• Monday, 09 February 2026
logo

Li Pîranşarê di dibistanekê de 38 zarok şewitîn

Gulan Media December 5, 2012 Nûçe
Li Pîranşarê di dibistanekê de 38 zarok şewitîn
Li gundeke girêdayî bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê, agir bi dibistaneke keçan ket û 38 zarok şewitîn.

Ajansa Hirana ya Îranê di nûçeyeke xwe de belav kir ku 7 ji wan razokan jiyana xwe ji dest dane. Malpera Kurdpa red kir ku ti kesî jiyana xwe ji dest dabe. Kurdpa diyar kir ku 10 ji wan zarokên ku birînên wan giran bûn, ji bo nexweşxaneya Urmiyê hatine şandin.

Îro (05.12.2012) danê sibehê ji ber teqîna sobeyeke gazê ya di dibistana ‘Koser’ a li gundê ‘Şînawê’ ya bajarê Pîranşarê, dibistana keçan şewitî. Di wê bûyerê de 38 xwendekar şewitîn. Dibistana Koser a keçane û hemû xwendekar jî yên refa 4’mînin.

Tê gotin ku sedî 50ê laşê zarokên ku ji bo nexweşxaneya Urmiyê hatine şandin, şewtîne.

Malbatên zarokan jî li pêşiya nexweşxaneya bajarê Pîranşarê civiyan û li hemberî rewşa xirab a xwendekaran meşek lidarxistin.

Rudaw
Top