Şengal tevlî pêşmergeyên Kerkûkê bû
Duh(05.12.2012) danê sibehê karwanek ji bo piştgiriya xwe ya ji bo hêzên pêşmergeyan ragihînin ji Şengalê bi rêketin û ber bi Kerkûkê ve çûn. Rêveberê radyoya Dengê Kurdistan Şengal Murad Heskanî yek ji wan beşdarvanan bû. Heskanî ji Rûdawê re diyar kir ku nêzî 150 kes ji serok eşîr, rewşenbîr, hunermend, hozanvan û jinên Şengalê ber bi Kerkûkê ve bi rêketin. Heskanî bilêv kir ku di nava wan de serok eşîrên ereb û kesayetiyên Xiristiyan jî hebûn û piştgiriya xwe ya ji bo pêşmergeyan ragihandin.
Rêveberê radyoya Dengê Kurdistan desnîşan kir ku hunermend Seîd Gabarî û Kako Girnuz ji bo pêşmergeyan şahiyek lidarxistin û çend stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.
Murad Heskanî di heman demê de berdevkê şanda Şengalê bû û bal kişand ser pêşwazîkirina wan a ji aliyê Sîhad Barzanî ve. Sîhad Barzanî jî keyfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna xelkê Şengal a ji hemû netewe û olan anî ziman.
Rudaw
