• Monday, 09 February 2026
logo

Mîrê êzdiyan serdana Sîstanî dike

Gulan Media December 5, 2012 Nûçe
Mîrê êzdiyan serdana Sîstanî dike
Şêwirmendê navenda ayînî ya Şîe li bajarê Necefê yê Iraqê, Hucet ul Îslam Salih el Hekîm, li bajarê Hanofer yê Almanya, serdana mîrê êzîdiyan, Mîr Tehsîn kir û jê xwest ku ji bo zêdetir nêzîkbûna êzdî û şîeyan serdana Necefê bike.

Rojnamevan Heso Hormî, ku di hevdîtina Mîr Tehsîn û El Hekîmî de amade bû, ji Rûdawê re got ku Mîr Tehsîn nameyek ji Sîstanî re şand û jê xwest kuzextê li serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bike da ku êrişên li dijî kurdan bide sekinandin û arîşeyên navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistanê bi rêka destûrê bên çareserkirin.

Hormî, diyar kir ku mîrê êzdiyan, Mîr Tehsîn vexwendina şêwirmendê Sîstanî qebûl kiriye û dê di demek nêzîk de serdana Necefê bike. Mîr Tehsîn wê bi Sîstanî û zanayên din yên şîeyan re hevdîtin bike. Hormî got ku El Hekîm, behsa têkilî û bi bihevrejiyankirina êzdî û şîeyan kiriye û ev yek gelekî pêwîst dîtiye.

Rudaw
Top