Wezîrê Pêşmerge Bi Heyeteke Leşkerî Ya Amerîkayê Re Civiya
Di hevdîtineke de rewş û aloziyên heyî yên li Deverên weqetandî û meseleya leşkerkeşiya Îraqê bo wan Deveran û danûstandinên heyî yên di navbera Wezareta pêşmerge ya Kurdistanê û aliyên têkeldar yên Îraqê de hatin nirxandin.
Wezîrê Pêşmerge di derbarê kom kirina hêzên Pêşmerge li Kerkûk û Deverên weqetandî de jî diyar kir ku, ev leşker keşiya Artêşa Îraqê ev yek îsbat kir ku, artêşa Îraqê ne artêşeke bêaliye û destwerdaniya kêşeyên siyasî dike û ji aliyê desthilatê ve li dijî moxalifên desthilatê tê bikaranîn lewre em weke Wezareta Pêşmerge di vê derbarê de xwedan fikarin jiber vê çendê jî me dest bi kom kirina hêzên Pêşmerge li Deverê de kir.
Li hember de jî heyeta Amerîkayê peyameke Rayedarên Amerîkayê pêşkêşî Wezareta Pêşmerge kir û ragihand ku, pêwîste hêzên Pêşmerge û Artêşa Îraqê dûr bin ji hevûdu daku, rewşa heyî aloztir nebe û derfet çê bibe ku, kêşeyên heyî bi rêya diyalog û danûstandinan werin çareser kirin.
