• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Herêma Dordona Fransa kir

Gulan Media December 5, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Herêma Dordona Fransa kir
Îro çarşem 05/12/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Senator Bernard Kazo Endamê Encumena Pîrên Fransa û Serokê Herêma Dordona welatê Fransa kir.

Li hevdîtinê de, ku Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa amadebûn, pêvajoya siyasiya Iraq û ew tengasiyên siyasiya ku dûçarî bûye û her wiha gengeşeyên vê dawiyê ya navçeyên veqetandî û çawayiya zêdetir geşkirina pêwendiya navbera Herêma Kurdistan û Fransa û Herêma Dordona wî welatî bi taybetî hate nirxandin.

Li vî warî de Serok Barzanî bi kurtî di derbarê wan karesatan xisterû ku bi dirêjahiya dîrokê dûçarî gelê Kurdistanê bûne û balkişand li ser wan pêşketinan ku li piştî raperînê û heta niha li Herêmê hatine holê û spasî helwest û piştevaniya gel û Hikûmeta Fransa kir ku li qonaxên cûda cûdayên xebat da hevkariya gelê Kurdistanê kirine.

Ji aliyê xwe ve Senator Bernard Kazo Serokê Herêma Dordon amadehiya welatê Fransa û Herêma Dordonê ya li geşkirina pêwendiya xwe ya li gel Herêma Kurdistanê da derbirî, bi taybetî li warên aborî û jêderên av û şûnewar û encamdana karê hevbeş li wan waran da û tekez jî li wê yekê kir ku weku Serokê Grupê Dostayetiya Iraq - Fransa li Encumena Pîrên Fransa rola xwe li veguhestina wêneya rasteqîneya Herêma Kurdistanê û girîngiya li navçeyê da li wê Encumenê da dibîne.
Top