Mesrûr Barzanî: Silimanî Hêjayê Paytext Bûnêye
Bi minasebeta pejrandina biryara bi peytext kirina Silimaniyeyê bo Rewşenbîriya Kurdistanê gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Bajarê helmet û qurbanî dikim.
Bajarê Silimaniyeyê bi rastî hêjayê vê nava hane û ez bawerim ev biryara han rêz girtin û wefaya xelkê Kurdistanê bo Dîroka têjî ji xebat û têkoşîna siyasî û rewşenbîrî ya Silimaniyeyê ye.
Ez piştgîriya vê yekê dikim ku, girîngî bi tevahiya Deverên curbicur yên Kurdistanê li gorî taybetmendiyên Dîrokî û Cogirafî were dayîn, û girîngî bi şiyanên her Deverekî were dayîn û karînên madî û menewî yên Kurdistanê bi awayekî yeksan li ser tevahiya Deveran werin dabeşkirin.
Careke din pîroze li Paytexta rewşenbîriya Kurdistan û welat hertim awedan û pêşkeftî be.
Mesrûr Barzanî
