Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serok û Endamên Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinên Iraqê kir
Li hevdîtinê de, Serok û Endamên Komîsyonê plana karê xwe û guhertinan û wan astengên ku li ber encamdana karên wan rêgirin û amadekariyên hilbijartina Encumena Parêzgehan ku biryare roja 20/04 ê sala pêş de bê encamdan xistin rû û daxwaz ji Serok Barzanî kirin palpiştiya wan bê ji bo destêwernedan û karkirina ji bo parêzgerîkirin li serbixweya komîsyonê û balkişandin li ser wê yekê ku heta niha tu tewafuqek li Encumena Nûnerên Iraqê sebaret bi hemwarkirina yasaya hilbijartinê rû nedaye.
Serok Barzanî tekez li ser rola girînga komîsyonê ya li serpereştî kirina hilbijartinan kir û karên wan bi erkekî nîştimaniya mezin wesif kir ku parêzgeriyê li pêvajoya demokrasiya li welat da dike û palpiştiya tevahiya xwe jî ji bo serbixweya karê komîsyona hilbijartinan dûpat kir û daxwaz ji Serok û Endamên Komîsyona Bilind jî kir ku şer'iyeta demokrasî û pakiya xwe ji dest nede.
Her wiha nirxandina pirsa encamdana hilbijartina Encumena Parêzgehê Kerkûk û çareserkirina wan giriftên li pêş wan û hilbijartina Encumena Parêzgehên Herêmê û diyarkirina dema encamdana wê pêvajoyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
