Komîteya Hevbeş Ya PDKê Û YNKê Civiyan
Di civîna Duh de behsa pêk anîna eniyeke hevbeş ya Kurdî bi mebesta beşdarî kirin di hilbijartinên Parêzgehan de li Deverên weqetandî de hate kirin û PDK û YNK tekez li ser vê yekê kirin ku, bo serkeftina vê eniya han bi her awayî piştgîriya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê ên li wan Deveran de dikin.
Di berdewamiya vê civîna han de rewşa niha ya Deverên weqetandî û nakokiyên ku, jiber damezrandin û şandina hêzên Dîcleyê bo wan Deveran der ketine holê hatin nirxandin û di vê derbarê de jî komîteya hevbeş tekez li ser bi îsrarbûn li ser rêbazên aştiyane bo çareser kirina kêşeyên han kir.
Di beşeke din ya civîna han de komîteya hevbeş behsa peyvendiyên du alî yên di navbera PDK û YNKê de kir û tekez li ser bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên han kir.
