Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê rêwresma roja nîştimanî û yekgirtina Mîrgehên Îmarat li Hewlêrê birêveçû
Li gotarek de Konsolê Giştî yê Îmarata Yekgirtî got li qonaxa dirust kirinê me hemûyan bi pêkve hewl da heta binyata dewleta xwe bavêjîn. Paşê qonaxekî nû destpêkir ew jî pêşketin bû li warê cûda cûdayên jiyanê û bi taybetî jî veberhênanê de.
Li beşekî dinê gotara xwe de Ebdulla Tuneycî Konsolê Giştî yê Îmarata Yekgirtî got: Pêwendiya me ya li gel Herêma Kurdistanê başe û pêşketineke ber bi çav bi xwe ve dîtiye û her eve jî wiha kiriye ku rêjeyekî ber bi çav ji kompanyayên Îmarat werin Herêma Kurdistanê û bikarin hela karkirinê peydabikin û destê wan li avadankirina Herêma Kurdistanê de hebê.
