Nêçîrvan Barzanî pênc kompaniyên neftê xelat kirin
Di civîna xelatkirinê de ku, hijmareke kompaniyên neft û gaze yên biyanî û navxwe û hijmareke zêde a mêvanan amade bûn, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî xelatê salê pêşkeşî pênc kompaniyên di ware enerjî û neftê de li herêma Kurdistanê kar dikin û her kompaniyekê ji wan di warekê cuda de xizmeta herêma Kurdistanê û pirosesa berhemanîn, geşekirina warê enerjî, neft û gaz li herêma Kurdistanê kiriye û dikin, kir.
Ew kompaniyên hatine xelatkirin sê jê biyanî û du jî xemalî bûn: Chevron a amerîkayî, Gel Energi a tirkî, kompaniya Talîsman û herwesa her du kompaniyên xwemalî: Oil Serv û Kar Grup.
