Talabanî vegeriya Bexdayê
Li gor daxuyaniyeke serokomartiya Iraqê ku kopiyeke wê ji Rûdawê re hatiye şandin, serokomarê Iraqê Celal Talabanî îro êvarî (03.12.2012) bajarê Silêmaniyê bi cih hêla û vegeriya Bexdayê.Di daxuyaniya serokomartiyê de ji bilî vegera Talabanî ya bo Bexdayê, behsa ti tiştekî din nayê kirin.
Vegera Talabanî di demekê de ye ku peywendiyên wî ligel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî sîst bûne û reftarên Malikî ew dilgiran kiriye. Hevdem heta niha komkirina hêz û aloziya navbera pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên cihê nakokiyan didomin.
Îro piştî temambûna duyemîn konferansa gaz û petrolê ya Herêma Kurdistanê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê di civîneke çapemeniyê de wiha got: “Wê îro birêz serokomar (Celal Talabanî) vegere Bexdayê, vegera wî jî ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de ye. Belkî wê wekî serokomar vegere û wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hene, çendîn civînan lidarbixe.”
Rudaw
