• Monday, 09 February 2026
logo

Li Serêkaniyê 6 kurd hatin kuştin

Gulan Media December 3, 2012 Nûçe
Li Serêkaniyê 6 kurd hatin kuştin
Di bombebarana balefirên şer ên rejîma Suriyê ku li dijî Serêkaniyê pêk hat de, 3 ji wan zarok 6 welatiyên kurd jiyana xwe ji dest dan.

Balefirên rejîma Suriyê Duh saet derdora 10.15’an de Dewara El Elav a girêdayî Taxa Mehetê ku komên çekdar lê ne, bombebaran kirin. Di encama bombebarana ku 2 caran pêk hat de, 3 jê zarok 6 welatiyên kurd jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 5 ji heman malbatê ne.

Navên welatiyên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Emer Sîno ji gundê Xirbit Benat ê girêdayî Serêkaniyê Buka Sîno a bi navê Hemra û 3 zarokên wê ku nave wan nehatin zanîn. Welatiyê bi navê Haci yê ku bi eslê xwe ji Kobanê ye lê li gundê Duwêra yê girêdayî Serêkaniyê rûdine.

Di 8'ê mijdarê de ji aliyê Tirkiyeyê ve komên çekdar ketibûn bajarê Serêkaniyê . Piştî ev komên çete ketin bajêr, hêzên rejîmê jî herêm bombebaran kiribûn. Di encama van êrîşên li Serêkaniyê de herî kêm 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 70 birînda bûn, nêzî 50 xanî hilweşiyan û zêdetirî 11 hezar kes koçber bûn. Piştî vê yekê di navbera YPG û komên çekdar de agirbest çêbû komên çete ji Serêkaniyê derketin.

Rudaw
Top