• Monday, 09 February 2026
logo

Bi Beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê Konferansa Petrol Û Gazê Ya Kurdistan Û Îraqê Despê kir

Gulan Media December 3, 2012 Nûçe
Bi Beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê Konferansa Petrol Û Gazê Ya Kurdistan Û Îraqê Despê kir
Evro li Bajarê Hewlêrê bi beşdariya Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîrê Îraqê Dr. Roj Nûrî Şawis, Cîgirê Wezîrê Enerjiya Tirkiyeyê, hijmareke Wezîr û Rayedarên Kurdistanê û Konsulus û Nunerên çendîn welatên Biyanî yên li Kurdistanê de konferansa petrol û gazê ya Kurdistan û Îraqê destpê kir.

Di destpêka merasima han de Berpirsê komîteya amadekar ya vê konferansa han Dr. Para peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya konferansa han û behsa pêgeha Kurdistan û Îraqê di warê petrol û gazê de li ser asta Cîhanê de.

Piştî bi dawî hatina gotara Dr. Para, Cîgirê Serokwezîrê Îraqê Dr. Roj Nûrî Şawis jî peyvek pêşkêş kir û behsa çawetiya hêlbirîn û asta hêlbirîna petrol û gazê li Kurdistan û Îraqê de kir.

Piştî bi dawî hatina gotara Cîgirê Serokwezîrê Îraqê, Serokwezîrê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser meseleya girîngiya konferansa han û herwiha girîngiya hêlbirîna petrol û gazê li Kurdistan û Îraqê de.
Top