Di berdewamiya aloziyên ku, jiber damezrandina hêzên Dîcleyê û şandina wan hêzan bo Kerkûkê di navbera Hewlêr û Bexdayê de derketine, evro jî Leşkerê Gulan leşkerê yek ya taybet bi Fermandariya Fermandarê leşkerê Gulanê birêz Mensûr Barzanî ber bi Kerkûkê ve birê ket.
Hevdem ligel bi rê ketina leşkera han Şîniyên Bajarê Hewlêr û der dorê jî bi çepile û pêşkêş kirina deste gulan leşkera han birê kirin.