Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Emerîka li Iraq kir
Li hevdîtinê de, hinek pirsên pêwendî bi Iraqê ve hate behskirin ku herî giringê wan pêwendiya navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê û bi sedema ji aliyê Hikûmeta Federal ve anîna hêz ya li navçeyên veqetandî û pêkhatina wê girjî û aloziyê kirin.
Balyozê Emerîka li Iraq ji bilî derbirîna nîgeraniya welatê xwe ya ji bo wê girjî û aloziya ku li navçeyên veqetandî rûdaye, tekez li wê yekê kir ku guherîna rastiya niha ya navçeyên veqetandî pêwîste bi hemahengiya navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê ve bête encamdan neku ji aliyê yek aliyek ve.
Serok Barzanî wê rewşa ku li navçeyên veqetandî hatiye pêş bi rêkarekî ne destûrî wesif kir û ragihand ku ev rewş bi tu awayekî nayê qebulkirin û dergeha guftûgo û diyalogê jî herdem vekiriye ji bo gihîştina çareseriyeke bingehîn û dûrî tevgerandina hêzên serbazî û ragihand ku Herêma Kurdistanê pêwendî bi hemû aliyê Iraqiyan kiriye û nameyek jî pêşkêşî hemû berpirsên Necefa Eşref û Kazimiye kiriye ku ji bilî derbirîna nîgeraniya ku rûdide tekez li wê yekê kir ku dergeha diyalogê vekiriye û eger her aliyek jî sûr bê li ser êrîşkirinê wê demê bi hemû şiyanek ve bersîva wan didin.
Serok Barzanî pabendiya Herêma Kurdistanê bi destûra bingehîn dûpatkir û kêşe û gîr û giriftan jî ji bo bi cîh nekirina maddeya 140 a wê destûrê vegerand û daxwaz jî kir ku Hikûmeta Federal bi tevahî pabendî bi cîhkirina wê maddeyê bibe.
