• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî Peyamek Pêşkêşî Mehmûd Ebas Kir

Gulan Media December 2, 2012 Nûçe
Serok Barzanî Peyamek Pêşkêşî Mehmûd Ebas Kir
Bi minasebeta bi dest xistina mafa çavdêr bûn di nava civata giştî ya Neteweyên Yekgirtî de ji aliyê Felestînê ve Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serokê dewleta Felestînê Mehmûd Ebas kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Fexameta birêz Mehmûd EbasٍSerokê Desthilatdariya Felestînê



Silav

Bi minasebeta bexşîna sifeta dewleta çavdêr ya ne endam di nava civata giştî ya Netewên yekgirtî de bi Felestînê gelek kêfxweş dibin ku, li ser navê Gelê Kurd pîrozbayiyên xwe pêşkêkşî weyên birêz û Gelê Felestînê bikin.

Ev destkefta mezin di bin siya Serkirdayetiya we ya jîrane, têkoşîn û qurbanîdana Gelê Felestînê û herwiha piştgîriya piraniya welatên endam yên NY ji daxwazên reva yên Gelê Felestînê hatiye bidestxistin.

Careke din pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we dikim ji bo bidest xistina ev destkefta mezin daxwaz ji xwedê mezin dikim ku, di rêya bidest xistina jiyaneke azad û serbilind û paşerojeke baş bo Gel û welatê Felestînê weyên birêz biser bixe.

Bi hêviya berdewamiya şikûmendî û serbilindiya zêdetir bo Felestîn û Gelê Felestînê.

Rêz û spas

Birayê we

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî

2.12.2012
Top