• Monday, 09 February 2026
logo

Li Sêrtê gorên ermeniyan derket holê

Gulan Media December 2, 2012 Nûçe
Li Sêrtê gorên ermeniyan derket holê
Li 20’emîn kîlometreya li ser rêya Sêrt û Dihê, di xebatên firehkirina rê de, 100 gorên aydî Ermeniyan derketin holê.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê, li ser rêya Sêrt û Dihê dema xebatên çêkirina rê dihat kirin, di kîlometreya 20'emîn de goristana aydî ermeniyan derket holê. Di çêkirina rê de goristana ku ji 100 hestiyan pêk tê hat dîtin. Li nêzî dêra ermeniyan ku kolandin dihat kirin, gora komî ya Ermeniyan hate dîtin. Hate zanîn ku dema Dêra Ermeniyan ya Derşimiş hatibû avakirin, goristan li wir hatibû çêkirin. Rayedaran derbarê hestiyan de agahî nedan.

Rudaw
Top