Balefirên Tirkiyê navçeya Amêdî bombardiman dikin
Jêderekê ji Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê ji Xendanê re got: Balefirên artêşa Tirkiyê navçeyên parastina Midyayê û devera Zapê û hin cihên din bombardiman kiriye.
Wê jêderê diyar kir ku, ewê îro 1/12, encamên bombardimanê û sînor bezandina balefirên artêşa Tirkiyê bo nav axa Herêma Kurdistanê bo raya giştî û çapemeniyê belav bikin.
Peyamnêrê Xendanê li wê deverê ragihand ku heya niha encama ziyanên bombardimana balafirên şer yên Tirkiyê nehatiye zanîn.
Xendan
