• Monday, 09 February 2026
logo

Malikî: Şerê vê care dibe şerê neteweya Kurd û Ereb

Gulan Media December 2, 2012 Nûçe
Malikî: Şerê vê care dibe şerê neteweya Kurd û Ereb
Serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî îro 1/12/2012`e di kongireyeke çapmeniyê de ragihand ku ew qebûl nakin çekên giran di destê pêşmergeyan de bimînin, her weha ev hereşe jî kir û got ku şerê vê care ne wek ya berê ye belku vê care dibe şerê neteweya Kurd û Ereb.

Malikî teqez li wê yekê jî kiriye ku artêşa Êraqê artêşeke federaliyê û mafê xwe heye biçe her navçeyeke din ya Êraqê, Malikî pirsyara ev pirsyar jî kir û got: “Ji bo çi nerazîbûna xwe nabêjin dema ku artêşa Êraqê li navçeyên naverast û başûr dikeve tevgerê. Em berjewendiya gelê Kurd dixwazin û em hewl didin wan biparêzin.”

Derbarê standina baweriyê jî Malikî got: "Xwediyê projeya standinana baweriyê ji min nekarî di dema xwe de tiştekî bike, niha di dema ku em bihêztirbûne qet nikare." Her weha Malikî daxwaza vegeryana ser maseya goftûgoyên şênbar û lihevtêgihêştinê kir, ku cihê çareserkirina qeyranên siyasiye."

Her di kongireya rojnamevanî de serokwezîrê Êraqê behsa îşkencekirina jinan li zîndanên Êraqê jî kir û aşkira kirk u ewên berya niha behsa hebûna îşkenceyê kirine, wan bi xwe fermana girtinê li ser wan derxistibûn û her weha daxwaz ji parlemanê kirin ku destlênedan jî ji wan bê standin.

Xendan
Top