• Monday, 09 February 2026
logo

Navbera YPG`ê û şebîheyên Mihemed Faris de şer

Gulan Media December 1, 2012 Nûçe
Navbera YPG`ê û şebîheyên Mihemed Faris de şer
Li gor nûçeyek malpera Welatî, duh demjimêr 5ê êavrê şer û pevçûneke dijwar di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û şebîheyên çekdar yên Mihemed Faris yên ser bi eşîreta Teyî li nêzî mizgefta El Beşîr rû daye û heya niha şer û pevçûn derket.

Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, îro nêzî 100 çekdarên Mihemed Faris hatine bajarê Qamişlo a Rojavayê Kurdistanê, lê dema Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji wan xwestine ku ji wê derê biçin di encam de şer û pevçûnan di navbera herdû aliyan de rû daye lê ji ber berxwedana YPG`ê herî kêm 1 ji çekdarên Ereb hatiye kuştin û 3 kes jî birîndar bûne û piştre ew grûp reviyan e.

Hêjayî gotinê ye ku di encam şer de herî kêm çekdarek hatiye kuştin û 3 kes jî birîndar bûne û piştî derbasbûna demjimêrekê li ser şer û pevçûnan grpên çekdar reviyane.

Xendan
Top