Filistîn weke 'dewleta çavdêr' hate pejirandin
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), dengdan şevê din li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk hat. Rêveberiya Filistînê ji bo ku wekî “dewleta çavdêr ya ne endam” bê pejirandin serî li Neteweyên yekbûyî dabû. Di dengdanê de ji 198 welatan, 138 welatan dengê ‘erê’ û 41 welatan, dengê ‘bêlayen’ û 9 welatan jî dengên ‘na’ bikar anîn. Li gorî vê yekê Filistîn weke ‘dewleta çavdêr ya ne endam’ hat pejirandin.
Heyetek çûbû New Yorkê
Di Lijneya Ewlekariyê ya NY'ê de pirsgirêka statûya Filistînê ku rastî astengiya vetoyê ya Emrîkayê dihat, rêveberiya Filistînê hewil dida di Lijneya Giştî de çareser bikin. Beriya ku civîna Lijneya Giştî destpê bike, heyetek ji rêveberiya Filistînê çûbû New Yorkê. Heyetê, ji bo ku herêma Filistîn weke “dewleta çavdêr ya ne endam” di Lijneya Giştî de bê naskirin, serî li Sekretertiya Giştî dabû.
Par jî Vatîkan û Swîsreyê bi vê rêyê di NY’ê de mafê nûnertiyê qezenc kiribûn.
