Mafên gelê kurd û mesîhiyan li Suryeyê
Di dîdarekê de ku, Mistefa Remezan nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Austirayayê jî amade bû, berpirsê kenîseya Ortodoks behsa pêkvejiyana tev ol û neteweyan li herêma Kurdistanê kir. Herwesa wî behsa kar û xebatên saziya aşityê bi giştî û rewşa kiristyanan li Rojhilata Navîn bi tyabetî kir.
Şandeya mêvan behsa rewşa aloza Suriyeyê û bi tyabetî rewşa gelê kurd û kiristyanan li Suriyeyê, paşeroja û rewşa mafê mirov li wî welatî kir.
Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê behsa rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê kir û helwesta serokatiya siyasiya Kurdistanê li hember rewşa Suriyeyê zelel kir û got ku, dive hemû arîşe dûr ji şidetê û bi awayekî aşitî û zaminkirina mafê gelê kurd û kêmnetewyên din bên çareserkirin.
Mistefa behsa giringîya hevkarî û alîkariyên civaka navdewletî bo baştirkirina rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê kir. Herwesa berprisê têkeliyên derve behsa helwestê hikûmeta Kurdistanê li hemebr wan mesîhiyên ji deverên din yên Îraqê ji ber şidet û terorê hatine herêma Kurdistanê kir.
Têkeliyên navbera Kurdistan û Ausrtirayayê miajrehe din a civnê bû.
