• Monday, 09 February 2026
logo

Piştî 37 sal vedigere welat

Gulan Media November 29, 2012 Nûçe
Piştî 37 sal vedigere welat
Stranbêjê Kurd yê bi navûdeng Şivan Perwer, ku ji ber stranên xwe ev 37 salin ji welatê xwe derketiye radighîne ku en bi niyaze konsertekê li navçeya Trabzona Tirkiyê saz bike.

Şivan Perwer di hevpeyvînekê li gel ajansa Cîhan a Tirkî de got: "LI Tirkiyê Kurd mil bi mil bi gelê Tirkiyê dijîn û hejmara wan ji kazaxiyan û azeriyan gelek zêdetire. Li Stenbolê ji sisêyan yek Kurde , ji ber wê ez dixwzim bi serbilindî vegerin cihê ji dayîkbûna xwe û Kurdên Tirkiyê jî ji stranên xwe bê beş nekim."

Perwer got: "Ez Tirkiyê bi welatê xwe dizanim, hêvîdarim dewleta Tirkiyê bi çavekî bilindtir li Kurdan binêre û pêkvejiyanê û wekheviyê bike armanca xwe û ew nakokiyên heyî bêne çarserkirin û mafê gelê Kurd bê naskirin."

Şivan Perwer, stranbêj û şaîrekî Kurde li sala 1955 li navçeya Siwîrek ya ser bi bajarê Urfayê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, li sala 1976 de ji ber bikaranîna zimanê Kurdî di stranên xwe de ji aliyê Tirkiyê ve hereşeya zîndanê lêhat kirin û welat bi cî hêşt û berê xwe da Almanyayê û li wir nîştecîbû.

Her weha di nûçeyekê malpera Ensonhaber ya Tirkî de hatiye ku konsertên hunermen Şivan Perwer li bajarê Amedê û Tirabzon, Stenbol û çend bajarên din yên Tirkiyê wê bêne saz kirin.

Xendan
Top