• Monday, 09 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Dibe Hikûmet Parêzerê Mafê Jinan Be

Gulan Media November 29, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Dibe Hikûmet Parêzerê Mafê Jinan Be
Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî li ser pêgeha xwe ya li facebookê de peyamek weşandiye û diyar kiriye ku, ez gelek kêfxweşim beşdariya konferansa dijî tundûtîjî li dijî jinan kir û gotarek jî pêşkêş kir.

Ez vê yekê dûbare dikim ku, Hikûmeta Kurdistanê bi her awayî hewl dide û karên cidî dike ku, parêzerekî çav vekirî ya mafên jinan be.

Em bi ti awayî asûde nabin daku, nebînin tevahiya jinên Kurdistanê hest bi aramî û asûdeyî nekin jiber ku, bêyî beşdariya ektîf ya jinan ezmûna demokrasiya Kurdistanê serkeftî nabe.
Top