• Monday, 09 February 2026
logo

Sûriye: 4 teqînan Şama paytext hejand

Gulan Media November 28, 2012 Nûçe
Sûriye: 4 teqînan Şama paytext hejand
Îro 28/11, danê sibê, li qada Reîs ya bajarê Cirmana ya ser bi Rîfa Şamê 2 otombêlên bombekirî hatin teqandin û 2 teqînên din jî li navçeyên cuda teqiyan û gelek kuştî û birîndar ketin.

Li gor ajansa nûçeyan a Sûriyê (Sana) belavkiriye ku, îro çarşeme 2 otombêlên bombekirî li bajarê Cirmane ya ser bi Şamê paytexta Sûriyê teqiyan û ziyaneke canî û madî ya mezin gihîştiyê cihê teqînê û gelek avahî û dikanên bajêr wêran bûne.

Her weha heman ajansê ragiandiye ku 2 teqînên din jî piştî teqîna her du otombêlên bombekirî li taxa Nehde û Qiryat ya ser bi Cirmaneyê hatine encamp dan lê ziyaneke kêm gihîştiye deverê.

Li gor malpera Rastiya Sûriyê ya li ser tora civakî ya Facebookê ku nêzî rêjîma Sûriyêye ragihand ku di encama wan teqînan li Cirmaneyê de herî kêm 20 kes hatine kuştin.

Xendan
Top