Barzanî: Em razî nabin pêşmerge bikeve jêr fermana Malikî
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çavpêkeftinekê li gel rojnameya (El-Mede) teqez kiriyê û gotiye: "Kêşeya Kurdistanê beşeke ji kêşeya hikumraniyê li Êraqê ye, dema em daxwaziya çaksaziyê di desthilatê de bikin ew jî jib o hemû pêkhateyên gelê Êraqê de ye."
Barzanî amaje bi wê yekê daye ku serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî bi rêkeftinnameya Hewlêrê pabend nebûye û got: Malikî xwest hemû rêkeftinan bi lez jibîr bike, her weha ew hemû rêkeftinan Malikî kir bi serokê hikûmetê, çûnkî ew ne bi hilbijartinên rasterast hat ser desthilatê, ne jî bi derbeya leşkerî hatiye, belku bi tewafuqa (rêkeftina) parlemanê bû."
Serokê Herêmê da zanîn ku, eger ev kêşe tene taybet be bi Herêma Kurdistanê, wê demê ew dikare bi peywendiyekî telephone çareser bike û got: "Kêşe tenê ew nîne, çûnkî bi vî awayî bi temamî ev kêşe çareser nake, belku kêşeyên din yên metirsîdar dê bêne hole û wê sere xwe hildin, ne tenê li gel Kurdistanê, çûnkî Malkî bi tejî şaşî welat birêve dibe."
Serok Barzanî got: "Piştî vegerîna şanda Herêma Kurdistanê ji Bexda, em bangî hemû aliyên siyasî yên Kurdistanî û partiyan dikim û hemû hûrgiliyên goftûgoyên şandeyê bi wan re parve dikimû pêkve emê biryar bidin. Eger Malikî Malikî berdewam be li ser çareseriya serbazî, bi dilniyayî em jî amadene, eger Malikî hêzên xwe paşda venekşîne, emê li gel aliyên siyasî gotûbêj bikin, emê jî hêzên xwe li pêşiya hêzên wan dihêlin û em rê nadin wan ku berve Kerkûkê û navçeyên din pêşbikevin, eger dest bi teqînê bikin emê carekê heya du caran xwe bigrin lê cara dawî emê neçar bin ku bersivê bi serbazî bidinê."
Serokê Herêmê berdewam kir û got: "Em bi tu awayî razî nabin ku pêşmerge li jêr fermana Malikî de bimîn, çareserî jî wek di rêkeftinê de hatiye, ew hêza hevbeş divê li jêr fermana serkidayetiya hevbeş de bê, çûnkî Malikî red kiriye ku pêşmerge beşik be ji artêşa Êraqê."
Serok Barzanî dipirse: "Gelo emê çawa bawer bikin ku serokwezîr heya niha budceya pêşmerge nedaye û xwe li hemû rêkeftinan vedize, piştre jî xwe bike fermandarê wan."
Serok Barzanî aşkira dike ku di destura Êraqê de hatiye desnîşan kirin ku, Herêma Kurdistanê hêzekî xwe yê bervaniyê hebe ew jî pêşmergeye û got: "Ev destkeftane bi xwîna Kurd û qurbaniyan hatine destxistin û em dev jê bernadin."
Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya gotina xwe de got: "Pêşmerge hêzekî Êraqiye û ez amademe eger Malikî daxwaza alîkariyê bike bo parastina Besrayê yan her bajarekî din yê Êraqê ku rastî destdirêjiyan bibe, ez serkirdayetiya hêza pêşmerge bikim. Lê belê eve babetekî cudaye ku Malikî bixwaze bi pêşeroja pêşmegeyan bilîze."
Xendan
