Dizeyî: Civînên Hewlêr û Bexdayê erênî bûn
- Piştî ew aloziyên li deverên veqetandî çêbûyîn, hikûmeta herêma Kurdistanê biryar da şandeyeke wezareta pêşmerge bo Bexdayê bişîne û li ser aramkirina rewşa aloza deverên veqetandî bi Bexdayê re danûstandinan bike. Civînên şandeya herêma Kudistanê digel aliyên Bexdayê bi erênî bûn. Şandeya herêma Kurdistanê dê wan xalên bûne sedema dirustbûna wê kirîzê destnîşan bike.
Dizeyî got ku, civînên herêma Kurdistanê û Bexdayê dê berdewam bin û dê şandeyke din ku, dê ji wezîrê pêşmerge û wezîrê navxwe yê Kurdistanê pêk bê serdana Bexdayê bikin.
Berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku, danûstandinên digel Bexdayê tê kirin li ser esasê mekanîzma sala 2009ê ye ku, hîngê komîteyên hevbeş ji Îraqê, Kurdistan û Amerîkayê hatibûn pêkanîn û bi hev re, di warê parastina emiyetê de, îdareya deverên veqetandî dikir.
