• Monday, 09 February 2026
logo

Sedir: Hêzên Dîcleyê Bo Dirêj Kirina Desthilata Malikîne

Gulan Media November 28, 2012 Nûçe
Sedir: Hêzên Dîcleyê Bo Dirêj Kirina Desthilata Malikîne
Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir ragihand ku, armanc ji damezrandina hêzên Dîcleyê ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî ve dirêj kirina temen û desthilata vî ya li Îraqê ye.

Çavkanî eşkere kir ku, Malikî hewl dide di damezrandina hêzên Dîcleyê hem desthilata xwe dirêj bike hem jî gendeliyên heyî yên li Îraqê de weşêre.

Sedir eşkere kir ku, ev zext û pêngavên Malikî ne me û ne jî birayên me yên Kurd ji hewldanên xwe yên ji bo sepandina demokrasî û eşkere kirina gendelî dilserd nakin.
Top