• Monday, 09 February 2026
logo

PYD: Me negotiye em hêzên serbazî yên din qebûl nakin

Gulan Media November 27, 2012 Nûçe
PYD: Me negotiye em hêzên serbazî yên din qebûl nakin
Piştî ku kanalên çapemeniyê nûçeya ku hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê tu hêzên din yên serbazî yên Kurd ji derveyî xwe qebûl nakin. Endamekî bilind yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)`ê wê nûçeyê red dike û radighîne ku YPG`ê pabende bi her biryareke Desteya Bilind ya Kurdî. Her weha endamekî encûmena Niştimanî ya Kurdê Sûriyê jî dibêje ku Kurd li Rojava bi ew hêza kêm ya serbazî nikara berevaniya sînorên xwe bike.

Endamê encûmena gel ya Rojavayê Kurdistanê û nûnerê PYD`ê li Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Reşo ji Xendanê re ragihand ku: "Civîna çend rojên borî ya di navbera Encûmena Gel ya Rojava EGRK û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS jib o cîbicîkirina rêkeftina Hewlêrê bû, bi armanca ku Kurd bi yek helwest û yek rêz li Rojava Kurdistanê kar bike bi taybet di ware serbazî de."

Reşo amaje bi wê yekê jî kir ku nîgeraniya YPG`ê li wê yekê ye ku di dema wan li gelek navçe û bajarên Rojavayê Kurdistanê şer dikirin û gelê Kurd diparastin, tu hêzek din hevkariya wan nedikir û tu hêz li kêleka xwe nedîtin û wan çend qurbanî bi wê armancê dane.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG`ê) hêzek serbazî nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê ye li Rojavayê Kurdistanê û nêzîkin li Partiya Karkerên Kurdistanê û xwediyê girseyekî zor ya siyasî û serbazî ne. encûmena Gel a Rojava jî serpereştiya wan dikin û piraniya navçeyên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê li jêr control û çavdêriya wan deye.

Ji aliyekî din ve 16 partiyên Kurd yên din li nav Encûmena Niştimanî ya Kurdê Sûriyê dane, eve ji bilî çend partiyên din li derveyî van her du encûmenane, her weha hêzên serbazî ya wan tune ye. Di encama rêkeftinnameya Hewlêrê Desteya Bilind a Kurdî hatiye avakirin, behsa wê yekê dikin ku divê navçeyên Kurdî biheva biparêzin. Lê belê ragihandinên wan belav kirine ku Yekîneyên Parastina gel YPG daxuyaniyek belav kiriye ku ew hêzên din yên li derveyî xwe qebûl nakin, li beramberî vê Mihemed Reşo wê yekê red dike ku Yekîneyên wan ew tişt ragihandibê û cext kiriye ku Yekîneyên wan YPG`ê tenê nîgeraniya wan ewe ku di dema borî de tu hêzekî Kurd yê serbazî hevkariya wan di parastina navçeyên Rojavayê Kurdistanê nekiriye û di daxuyaniya wan de hatiye: “Fermandarê giştiyê YPG derbarê ew goftûgoyên ku li rojên dawî de behsa wê yekê tê kirin û tê gotin ku hêzek serbazî bi navê Artêşa Azad ya Kurdî bê damezrandin û li çend malperên Kurdî hatiye belav kirin, YPG`ê ji bilî gel li gel tu hêzekê nabe yek.”

Li hemberî vê yekê endamê mekteba siyasiya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê û endamê Encûmena Niştimaniya Kurdê Sûriye Ebdulbaqî Yusif ji Xendanê re ragihand ku: "Wê ragihandin em nîgeran kirin, lê belê heya niha me helwesta xwe bi fermî ranegihandiye."

Ebdulbaqî Yusif ev jî diyar kir û got: "Ne hêzên Yekîneyên Parastina Gel û ne jî hêzên serbazî yên Kurd ên din nikarin bi tena xwe navçeyên Kurdî biparêzin, belku pêwîste hêzên Kurdî bi hevra dest bi leşker tevlî kirinê (Tejnîdê) bikin û navê wan gêncan yên ku dixwazin bêne nav hêzên Kurdî û xizmeta serbaziyê bikin binivîsin."

Di beyannameya Yekîneyên Parastina Gel de nîgeraniya xwe li hemberî partiyên Kurdî yên din li Rojavayê Kurdistanê daye zanîn û weha belav kiriye: "Dema Ku YPG`ê şer dikir, tu hêzek li kêleka xwe nedît. Gelek herêmên Kurdî bi destê YPG hatine rizgar kirin . Em niha ji van aliyan dipirsin. Dema ku li Helebê me ldigel rêjîmê şer dikir, hûn li kuderê bûn? Dema ku Dêrîk, Kobanê û me Efrîn rizgar kir hêzên we li kuderê bûn?. Dema ku me li Serêkaniyê li dijî grûpên çete şer dikir hûn li kubûn. Me tu alî li kêleka xwe nedît. Hûn li nave w grûpên çekdar ku dixwastin derbasî Herêma Kurdan bibin û mal û mulkê xelkê wêran kirin da bûn. Bê goman mebesta me ne ew kesên welatparêz ku mil bi mil bi mere bûn e. "

Nûnrê PYD`ê li Herêma Kurdistanê aşkira kir ku mebesta YPG`ê di wê belavokê de eweye ku bi hevre li gel hêzên serbazî yên Kurd yên din kar bikin, neku hemû hêza xwe radestî aliyên din bikin, belku YPG`ê pabende bi biryarên Desteya Bilind A Kurdiye li Rojavayê Kurdistanê.

Xendan
Top