• Monday, 09 February 2026
logo

7 Partiyên Kurdî Li Mûsil, Diyala Û Tekrîtê De Bi Yek Lîst Beşdariya Hilbijartinan Dikin

Gulan Media November 27, 2012 Nûçe
7 Partiyên Kurdî Li Mûsil, Diyala Û Tekrîtê De Bi Yek Lîst Beşdariya Hilbijartinan Dikin
Evro 7 partiyên siyasî yên Kurdistanê bi mebesta amadekarî bo hilbijartinên Parêzgehan li Helwêrê de civiyan û di vê civîna han de biryar dan daku, her 7 partî li Parêzgeha Diyala, Mûsil û Tekrîtê de bi yek lîst beşdariya hilbijartinan bikin.

Her di vê civîna han de çendîn biryar û pêşniyar di derbarê çawetiya beşdarî kirin û amadekariyên pêwîst yên di vê derbarê de jî hatin pêşkêşkirin.

Her di civîna evro de biryar hate dayîn daku, her 7 partî di Hefteya pêşiya me de civîneke din bi mebesta destnîşan kirina sembol, nav lîsteya hevpar organîze bikin.

Ev partiyên han ewin:

Partiya demorkata Kurdistanê

Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê

Tevgera Goran

Yekgirtûya îslamiya Kurdistanê

Partiya sosiyalîst ya Kurdistanê

Partiya sosiyal demokrat ya Kurdistanê

Komela îslamiya Kurdistanê.
Top