Bi Serokatiya Serok Barzanî Û Talebanî PDK Û YNK Civiyan
Mêjara sereke ya vê civîna han nirxandina pêşhat û bûyerên dawî yên di qada siyasî ya li Îraq û Kurdistanê de bû û her du mekteb siyasî behsa civîna Serokê Kurdistanê ya bi part û aliyên siyasî yên Kurdistanê re bi civîneke serkeftî û girîng wesif kirin û tekez li ser yek rêzî û yekhelwestiya aliyên siyasî yên Kurdî kir.
Di berdewamiya vê civîna han de behsa pêngavên pêwîst yên ji bo çareser kirina aloziyên heyî yên ku, jiber hêzên Dîcleyê çê bûne hate kirin.
