"Emê Destnedayinê li ser 9 parlemanterên BDP`ê rakin"
Erdogan beriya serdana xwe ya Ispanyayê li balafirgehê bersîva pirsên rojnamevanan da û got: Emê derheqê fezlekeyên ku ji ber bûyerên terorê li meclîsê tên guftugo kirin de biryarek cuda bidin. Emê bi biryara rakirina destnedayînê kesên ku bi destnedayinê xwe diparêzin bêzirx bihêlin û paşê jî biryar ya darazê ye.
Hêjayî gotinê ye di 18`ê tebaxa îsal de li sere w parlemanterên BDP`ê ku çûbûn Şemzînamê û li gel endamên PKK`ê ku rê daxistibûn ji ber ku hevûdu hembêz kirinbûn û çûbûn rûye hev, dozgeriya komarê ya bajarê Wanê di derheqê her yek li ( Gûltan Kışanak, Ertugrul Kûrkçû , Sebahat Tuncel , Aysel Tugluk, Esat Canan, Adil Kurt, Nazmi Gûr, Halil Aksu û Hûsamedîn Zenderlioglu) fezleke amade kiriye.
Xendan
