Her Du Komîteyên Wezareta Pêşmerge Û Parastinê Ya Îraqê Civiyan
Di vê derbarê de nedamê komîteya Wezareta Pêşmerge Helgord Mele Hikmet di daxuyaniyekî de ji Kurdistantvê re ragihand ku, her du komîteyên han li Nivîsgeha Serokwezîrê Îraqê de civiyan û dest bi nirxandina rewşa Deverên weqetandî kir.
Çavkanî eşkere kir ku, di vê civîna han de komîteya Wezareta parastinê ya Îraqê peyameke Serokwezîrê Îraqê pêşkêşî me kir û ragihand ku, Serokwezîrê Îraqê dixwaze rewşa heyî were aramkirin û amadebûna xwe jî bo pêşkêş kirina her cure hevkariyekî diyar kiriye.
Nav hatî herwiha diyar kir ku, vê di civîna hevbeş de giftûgo li ser mekanîzma normal kirina rewşa han were kirin.
