Serok Barzanî: Dibe Her Kes Hewl Bo Baştir Kirina Rewşa Jinan Bide
Bi minasebeta roja Cîhaniya tundûtîjî li dijî jinan daxwaz ji welatiyên xweştewîst, tevahiya dezgeh û aliyên peyvendîdar û navendên hizrî û çapemenî û Rewşenbîrên Kurdistanê dikim daku, bi awayekî cidî hewl bo baştir kirina rewşa jinan li Kurdistanê de bidin û li dijî ev tundûtîjiyên han rawestin ku, li dijî jinan tên kirin.
Serok Barzanî herwiha behsa amarên tundûtîjî li dijî jinan yên Kurdistanê jî kiriye û gotiye: amarên han cîha fikar û dilgiraniyêne lewre dibe li ser sedemên wan bi cidî lêkolîn were kirin.
Serok Baranî dibêje: tundûtîjî li dijî jinan di nava civaka Kurd de tişteke nû û biyaniye jiber ku, jin di nava civaka Kurd de xwedan rêzeke taybetiye.
Bi hêviya vê yekê ku, civaka me bigehêje astek ku, jin di nav de bikarêbe kesayetiya xwe pêşde bibe û bibe xwedan çarenûs û îradeya xwe.
Serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî
25.11.2012
