• Monday, 09 February 2026
logo

Malikî Ji Bo Weşartina Serneketina Xwe Hewl Bo derxistina Aloziyan Dide

Gulan Media November 25, 2012 Nûçe
Malikî Ji Bo Weşartina Serneketina Xwe Hewl Bo derxistina Aloziyan Dide
Endameka firakisyona Ehrar ya ser bi tevgera Sedirê ragihand ku, Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî jibo weşartina sernekeftina xwe û herwiha şermezariyên xwe yên jiber eşkere bûna meseleya gendeliyê hewl jibo afirandina aloziyan dide û jiber vê yekê jî leşkerên Îraqê ber bi Kurdistanê ve birê kiriye.

Endama firakisyona Ehrarê Zeyineb Tayyî tekez li ser vê yekê kir ku, Serokwezîrê Îraqê bi awayekî cidî hewl ji bo afirandina aloziyên nû dide û di vê derbarê de jî bo aloz kirina rewşa navbera Bexda û Hewlêrê de hêzên leşkerî ber bi Kurdistanê ve birê kiriye.
Top