• Monday, 09 February 2026
logo

Dayîkên Şemiyê 400 heftene li zarokên xwe digerin (Vîdyo)

Gulan Media November 25, 2012 Nûçe
Dayîkên Şemiyê 400 heftene li zarokên xwe digerin (Vîdyo)
Ji 27ê Gulana 1995 an heta roja îro, tam 400 hefte li pey xwe hîştên Dayîkên Şemiyê. 10 hikumet, 3 serokomar, 6 serokwezîr, 16 wezîrên dadê, 17 wezîrê karên navxweyî hatin û çûn lê tenê edalet nehat.

Dayîkên ku zarok, bra, bav û xuşkên xwe di binçavan de wenda kirine, Dayîkên Şemiyê, ev 400 heftene ku li Stenbolê, li pêş Lîseya Galatasarayê her roja şemiyê dicivin û ji dewletê zarokên xwe yên hatine wendakirin dixwazin.

Ji sala 1995 an heta sala 2012 an, 17 salin ku 10 hikumet, 3 serokomar, 6 serokwezîr, 16 wezîrên dadê, 17 wezîrê karên navxweyî kevn kirin lê ti hikumet û serokwezîr aqibeta wendahiyên wan dernexistine holê.


Dayikên Şemiyê vê heftê 400. çalakiya xwe a li pêş Lîseya Galatasarayê a rûniştinê lidarxistin. Di çalakiya 400. de ligel Dayikên Şemiyê û xizmên wendahiyan, gellek siyasetmedar, hunermend û navên naskirî piştgirî dane çalakiya Dayikên Şemiyê

Avestakurd
Top