• Monday, 09 February 2026
logo

‘250 leşkerên fermandeya Dîcle fîrar kirin’

Gulan Media November 22, 2012 Nûçe
‘250 leşkerên fermandeya Dîcle fîrar kirin’
Çavkaniyek ji nava fermandaye operasyonên Dîcle ragihand ku îro piştî nîvro, hêjmarek leşkerên girêdayî wê fermandeyê fîrar kirine.

Wê çavkaniyê di vê derbarê de wiha ji Rûdawê re got: “Îro (22.11.2012) fermandeya operasyonên Dîcle ferman da leşkerên Iraqê ku ber bi bilindahiya çiyayê Hemrînê ve biçin, lê 250 leşkerên wê fermandeyê li dijî wê biryarê derketin û amade nebûn wê fermanê cîbicî bikin. Wan leşkeran çekên xwe rakirin û çûn mal.”

Fermandeya operasyonên Dîcle berî 5 mehan bi fermana serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî hatiye avakirin. Ew fermande serpereştiya sê firqeyên leşkerî yên li navçeyên cihê nakokiyan ên parêzgeha Kerkûk, Tigrît û Diyale dike.

Rudaw
Top