Mislim: Kurdên li nav Itîlafa Sûrî, ne nûnerê Kurda ne
Ajansa Rûsya Today li zarê Serokê PYD`ê Salih Mislim belavkiriye ku: "Ew Partî û aliyên Kurd yên di Itîlafa Niştimanî yê Hêzên Opoozisyona Sûriyê bûne endam , hilbijardeya desthilata Tirkiyê ne, her weha Enqerê jib o cîbicîkirina ejindeyên xwe ew partiyên Kurd xistine nava wê Itîlafê."
Mislim di axaftina xwe ew yek red kiriye ku çi hemahengiyeke wan li gel PKK`ê hebe, lê daye zanîn ku ew bi felsefeya Ocalan serbilindin.
Serokê PYD`ê amaje bi wê yekê jî kiriye ku partiya wî daxwaza herêmekî serbixwe bo Kurdên Sûriyê nake û got: "Em cudabûnê naxwazin û em naxwazin sînorekî nû bikşînin. Hemû tişta ku em dixwazin naskirina gelê Kurd di desturê de û misogerkirina mafên demokratî yên gelê Kurd li Sûriyêye."
Sebaret bi Itîlafa Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opzisyonê ku li Qeterê hate ava kirin jî Salih Mislim got: "Ji %60 wan pester di nava Encûmena Niştimanî ya Sûriyê de bûn û ser bi Îxwan Mislimînin. Niha jî her peyakî olî ser bi Îxwan`an serokayetiya Itîlafa hêzên opozisyona Sûriyê dike. Ji ber vê yekê tu cudabûnek di navbera vê Itîlafê û encûmena pêşîn (ENS) de nabînim û pêşbîn dikim ku wê her şaşitiyên berê dubare bikin."
Xendan
