• Monday, 09 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Hêvî Dikim Kêşeyên Heyî Bi Rêya Diyalogê Werin Çareser Kirin

Gulan Media November 21, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Hêvî Dikim Kêşeyên Heyî Bi Rêya Diyalogê Werin Çareser Kirin
Evro civata Wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîrê Hikûmetê birêz Nêçîrvan Barzanî civiya.

Di destpêka civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê behsa serdana xwe ya ji bo Îranê kir û ragihand ku, ev serdana han bi her awayî serdaneke erênî û serkeftî bû û bû sedema ji nav birina ev sardî û jihev fêmnekirinê ku, ketibû nava peyvendiyên hayî yên di navbera her du aliyan de.

Serokwezîrê Kurdistanê ev yek jî eşkere kir ku, Komara Îranê Cîraneke girînge bo Kurdistanê û ev jî dixwazin peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re bi her awayî bihêztir û berfiretir bikin.

Serokwezîrê Kurdistanê di dirêjahiya axaftinên xwe de behsa serdana Cîgirê Serokkomarê Îranê yê ji bo karûbarên navnetewî Dr. Elî Seîdlû jî kir û ragihand serdana nav hatî bo Kurdistanê bû weke pêvajoyeke nû ya ji bo peyvendiyên heyî yên di navbera her du welatan de û em weke her du aliyên têkeldar li ser ji nav birina wan asteng û kêşeyên ku, dibin asteng li berdem hatina kompaniyên Îranî bo Kurdistanê û berfiretir kirina peyvendiyên heyî li hev kir û me wezaret û aliyên peyvendîdar jî bo wenêrîn û cîhbicîh kirina wan peymanan ku, di dema konferansa abûriya Kurdistan û Îranê de hatibûn îmzekirin erkdar kirine.

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê herwiha besa beşdarî kirina xwe di konferansa abûrî û enerjî ya Atlantîcê jî kir û ragihand ku, di dema beşdarî kirin di vê konferansa han de bi Serokwezîrê Tirkiye Receb Teyyib Erdoxan re jî hevdîtinek pêk aniye û di vê hevdîtina han de tekez li ser hîn bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên abûrî û bazirganî yên di navbera her du aliyan de hate kirin.

Piştî bi dawî hatina axaftinên Serokwezîrê Kurdistanê, civata Wezîran proje bûdceya sala 2013an ya Hikûmeta Kurdistanê nirxand û piştî nîqaş û giftûgoyên berfire biryar hate dayîn daku, komîteyek were damezrandin bo paknivîs kirina projeya han di warê rêzmanî û polîn kirina beşên vê projeyê de.

Di berdewamiya vê civîna han de rewşa Deverên weqetandî û ev aloziyên ku, jiber damezrandina hêzên Dîcleyê li wan Deveran de derketine hatin nirxandin û Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir ku, ev lêv û tevgerên Artêşa Îraqê eger girêdayî bi organîze kirina Artêşa Îraqê be ti kêşeyek tuneye lê eger bixwazin ku, hêzên navxwe, Polîs û asayîş jî bixin jêr destê wan hêzan û rewşa ewlekariya wan Deveran aloz bikin bê demê ev pêngava han pêngaveke li dijî destûra bingehîn ya Îraqê û bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Her di vê derbarê de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê hêvî xwest ku, kêşeyên heyî bi rêya diyalog û danûstandinê werin çareserkirin.

Di çarçoweya vê mijara han de civata wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku, her çend lêv û tevgerên hêzên Dîcleyê metirsiye bo ser Deverên weqetandî lêbelê yekhelwestî û yekrêziya tevahiya aliyên Kurdî di vê warê de gerentiyeke gelek başe bo parastina Kurdistan û destkeftên heyî.
Top