• Monday, 09 February 2026
logo

Malikî pêşniyarekê arasteya Talebanî û Barzanî dike

Gulan Media November 21, 2012 Nûçe
Malikî pêşniyarekê arasteya Talebanî û Barzanî dike
Bi mebesta çareserkirina arîşeyên vê dema dawiyê li deverên qutkirî, serokwezîrê Êraqê pêşniyarekê arasteya serokkomar û serokê Herêma Kurdistanê dike, û li gor wzîrekî Kurd yê li hikûmeta navendî jî, eger ew pêşniyar bê cî bi cî kirin deshelata hêzên Dicle namîne.

Îro rûniştina asayî a Civata Wezîran hat encamdan, û di rûniştinê de beşek taybet derbarê arîşeyên vê dawiyê a deverên qutkirî bû.

Wezîrê Bazirganiya Hikûmeta Êraqê Dr. Xeyrulah Babekir derbarê civîna îro a Civata Wezîran de bo malpera Xendan ragihand ku, îro Civata Wezîran a Êraqê civîna xwe a asayî encam da, û me jî di karnameya îro a rûniştinê de me behsa rewşa deverên qutkirî û aloziyên vê dawiyê kir, lewra min û wezîrê Tendirustiya Êraqê Dr. Mecîd Heme Emîn nameyek da destê serokwezîrê Êraqê Nûrî Malikî.

Her weha got: Me di naverasta civînê de daxwaz ji Malikî kir ku, behsa wan arîşeyan bike, lewra me behsa dîroka şerên navxwe yên Kurd û Ereban kir û me amaje bi wê yekê kir ku, herdem wan şeran tu sûdek nedaye tu aliyekî ji bilî ziyanê.

Wezîrê Bazirganiya Hikûmeta Êraqê amaje bi wê yekê kir ku, piştî gotûbêjên dûr û dirêj Malikî amaje bi çareserkirina wan aloziyan kir, ku rewşa wê deverê vegere bo dema ku hêzên Emerîka ji wê deveran vekişiya bû.

Dr. Xeyrula derbarê wê demê de got: Piştî dema paşdakêşana hêzên Emerîka komîteyek hemahengiyê di navbera Artêşa Êraq û hêzên pêşmerge de pêk hatibû, û niha jî li gor Malikî ew komîte bê çalakkirin daku rewş asayî bibe.

Her di berdewamiya axaftinên xwe Dr. Xeyrula aşkere kir ku, di encama berdewambûna gotûbêjan de, li gor Malikî baş bû ku pêşniyara wî bigihînin berpirsên Herêma Kurdistanê, ji ber vê çendê cîgirê serokwezîr Nûrî Şaweys hat raspartin daku pêşniyara wî bigihîne destên serkirdeyên Kurd (serok Talebanî û Barzanî)

Derbarê paşeroja fermandeya Operasyonên Dicle jî, piştî pêşniyara Malikî li gor wezîrê Bazirganiyê, eger ew pêşniyar bê çalakkirin bi awayekî rastexwe doseya ewlekariyê dê bikeve jêr destê wê komîteyê û ji destê hêzên Dicle derkeve.

Dr. Xeyrula amaje bi wê yekê kir ku, wan wekî 3 wezîrên Kurd û cîgirê serokwezîran têkestî li ser arîşeyan kirine ku, divê bi rêya diyalogê bên çareserkirin, ji ber ku bi rêbazên serbazî tu carî arişe çareser nabin.

Xendan
Top