Bahçelî: AKP sê caran ligel Ocalan rûniştiye
Serokê MHPê Devlet Bahçelî derbarê bi dawî kirina greva birçîbûnê ya bi daxuyaniya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan diyar kir ku di dema greva birçîbûnê de AKP sê caran ligel Ocalan rûniştiye û wiha got: “Di greva birçîbûnê de hikûmeta AKPê sê caran ligel Ocalan hevdîtin çêkirine. Hatiye dîtin ku daxuyaniyên Erdogan ên derbarê greva birçîbûnê de çend bê wate ne. Erdogan her carê ketiye quncikekî berevajî.”
Devlet Bahçelî derbarê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNKê Celal Talabanî de jî wiha got: “Divê Talabanî ji rojeva Tirkiyê derbêxin, bila bikevin derdê milyonek kesên li Iraqê rastî tecawûzê hatine, hatine kuştin û seqet mane. Çavkaniya serbilindiyê ya AKPê, Barzaniye.” Devlet Bahçelî diyar kir ku Erdogan bi temamî ji efûya giştî ya PKKê re amadeye.
Rudaw
