'Ketîbeya El-Şam nûnertiya Artêşa Azad nake'
Riyaz el- Esed derbarê Ketîbeya Xuraba El-Şam a ku li Serêkaniyê bûyî sedem ku rejîma Sûriyê herêmê bombebaran bike, diyar kir ku nûnertiya Artêşa Azad nake û di bin sîwana Artêşa Azad de jî kar nakin.
Esed derbarê şewitandina ala Kurdî jî diyar kir ku Artêşa Azad rêz li alê digre û li ser otomobîl û bargehên xwe ligel ala serxwebûna Sûriye bilind dikin.
Fermandarê Artêşa Azad derbarê aloziyên li Serêkaniyê de jî ragihand ku Esed hewl didin wê aloziyê çareser bikin û rê li ber dirustkirina her cûre fitneyan bigrin û alî jî di navbera xwe de bigihînin rêkeftinekê .
Esed daxwaz ji welatiyên Serêkaniyê kir ku tevayî pêkhateyên wî bajarî mil bi mil rê li ber dirustkirina fitneyan bigrin.
Rudaw
