Grûbeke ciwanên kurd bi rêya vîdyoyekî daxuyaniyek belav kirin. Di wê daxuyaniya bi erebî hatî belavkirin de damezirandina Ketîbeya Mistefa Barzanî tê ragihandin. Ew ketîbe di daxuyaniya xwe de diyar dike ku armanca wan parastina herêm û mafê kurdan e.